Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Yasîn Hisên

Yasîn Hisên

2 görüntülenme 0 beğeni
di?çûn seyrana şevê Ji tariyê vedixwarin… qulmişk di bin lingê hedbanê min de di kolan… Ji ware qijalk û barçemokan konekî bi temenê dîrokê ava dikirin… lorîkin…lorîk….da nemrim.. lorîkin…. lorîk… em di dergûşê de dîn bûn…! *** *** *** kolana rêbazên donkîşot û nameyên melomirarî şên dikirin rêka Anabasê di çarpêkiya me de….dikizirandin… jehra mar û dûpişkên jiyanê tevî di ava keleha min de diçandin… xanekî çeng zêrîn bi sed xanê bê çeng didan lorîkin…lorîk…da neşewitim.. lorîkin…lorîk… pêjna dengê biyan tê….bihna xelkên wêran tê… *** *** *** wisa bê fedî…xewna didêrin…! ber bayê karbon û haydrocînê bi moxilekê ji firehiya du çeman di her qulikekê de bajarekî melûl derbas dibû… lêêêê… bi her hêstirek min re sê paytext mijûl dibûn.. lorîkin….lorîk…min bihêlin…min nehêlin du çavên te min gur dikin…. *** *** *** di navbera kêlîkekê û jiyanê tevî dibûn mamusteyên demeke beht… û ez her şev xwe dikujim …dab ê mirin nejîm Ji ber liva wan awirên te…min ji jiyanê surgun dikin dîlokin…dîlok….dilorînim her xew ji min re xêre….lê hilê min bê xew ji nalînan xwe gez dikir… *** *** *** tenê tu di alişî bi xewnê re….mîna mirinê.. tenê min berî vê jiyanê pêlên dryayên xwe negihandibûn perava… evîna dilê min jî zindiyên vê xakê nehejandibûn û roj bi a berî xwe re xwe dimrîne û sal bi demsalên xwe xwe paye dike rava min jî di zoyên xwe de bayekî biyan bi ser çerxa bê dem de hildiweşîne.. lorîkin…lorîk… limêja min têra rojê nedikir Ji ber pênc rojên rojê bi te tewanbar bûn da ji cenga min bi te re sînorekî nû ji ramûsanan peyda neke….! *** *** *** te jan ji kîjan kaniyê dimêt? da pêsîrên te min jiyan dikin… ey keça keç…. ey keça girikên zuha û rût… te çendîn mêrên kwîr li mezelên hîma bi ser jor de dikirin..? te çendî xwe rêsayî ji teşiya tengijî belû dikir…? û tu dima mina xwe…mina wê janê…wê peyamê.. *** *** *** lorîkên min u te çewtiya şaristanên girî bûn şahiya şaneşînên bê nifir bûn û ji dadmendiyeke di make de hilweşyayî ez u tu dihatne der…mina du sêwiyên rik ji hev girtî û ji qerfan westiyayî… ey diyariya lorîkan neviya Nevertîtî…bi peymana nan û xuê… paşmaya sirûca bê xew çav.n te çendîn Orkêş kêş kiribûn û sirûda buharê di çav.n gayê sor de bi girî kiribû… hêêêê…û ez hîna li pey te me Ji ber heja bejna te….meyweyên mezopotamya şewitû bûn… *** *** *** Ji berî gulanê bi mehekê piştî avdarê bi mehekê Piştî hezarê salan bi çerxekê min zemawenda xwe û te di çarşemeke sor de derbas kiribû… me gayê qer ji zemînê re dikire dermale… me qefdê sinbilên zêrîn liba dikirn… lorîkin …lorîk…dûmahiya min dê hîna surgun bibe… dê hîna ji meya neyazê vexwin… *** *** *** du ken di cave te de xilmaş bûbûn… du lêvên te bûbûn nejdevanên gezan du guhên te …ji bê dengiyê…! li awazan poşman bûbûn… sê parên te yên min bûn.. sê roj û şevên te armanca min bû sê mirinên min ji dahola te re bûn.. beşa çarem…di cihana min de… yezdana çarem di giyanê min de… xewna çarem di di jiyana min de… kelem û awira yekem…di cane min de…. *** *** *** xeftanê ji te re çêbûyî Ji yê hevalmendê pêxembera ne… Ji zayînê heta bi koçê Ji tofanê heta heta bi ziwabûnê… tu radipelikî hemû şaxan… ey dîna….dîn çil keziyê….edûla bi tenê.. ev tîpên dernexûn kirî bacê ji çavên te dixwazin… ey ….tu çi bûyî….. de çengê xwe bi min de da….lal…lal…bifirin….bê deng…!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Yasîn Hisên şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz