Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Yasîn Hisên

Yasîn Hisên

2 görüntülenme 0 beğeni
Mane Porê teyî sipî bû yê ku hildikir temberiya benefşa me Mane Fîxana bihna te bû Ya ku şa dikir dilê Gundiyên me Mane Ez û tu bûn di gerînokê de çaxa ku me xewnê xwe bi zixurk û tûrên vala digihandin ezmana *** *** *** Lê sibeh ji dengê min hildiweşiya û hêstira min xwe bi xwe kedî dikir ji canekî sar re û ji kêlek numayî re xwe bi xunavê Re zelal tir dikir *** *** *** ji yezdanê kêfxweş re camek ji nalîna bilûrekê re devek "" û ji felekê re rêwiyek *** *** *** tenê min ne dizanî ku çend rengên koçê Hene !!!! da ku di paşila sibehan de te ji xwe re bi mendalekî sînga wî bi teptipînim *** *** *** Lê aşiqê çavê Nisrînî bûm Kelogiriyê bi Perwînê re bûm Da perwan vehesîna xwe li ser laşê Min bi hinguv û tozkin Erê Rêwiyo Tu çend temenan dixwazî An çend kul ???? Da ku te ji xwe re An xwe ji te re Bi xaçirêk kim *** *** *** Hesret li hêviya min û te bûn û xopan bi pêjna mere ketibûn semaya daxwazê lê çiqa tu li bendemanê diwestî û çiqa deng di xwîzdimanê diman ta fedî ji çogan dadiwerivî û bê çareya me mat bûna me ketina me diyariya buhara yezdanan dima rêwî *** *** *** de bihêre dayikê Birêse xuşkê Bela delal bi qurbana çava bin Bela her çar demsal Xwe bi gorî kal û pîrê te kin *** *** *** Volqan ji Enîşka te ve der dibû mîna min sûlav bi kenê te ve gur dibû mîna te û ez bi te ve bi te re ji te re bê meya jiyanê kurdûnde dimam *** *** *** Loooooo... rêwiyo Mane xatir û bendeman Efsaneyê lêvên te bûn Mane Oxir û oxir Serpêhatiyê demşev û meyşevê min û te bûn De bela bangîna me ta bi heyvê Dirêjbûna rêkê min û te bin Bela evînî sawa cin û macinê çolê min û te be bela noşîna me ne ya dawî be Amûdê 2001

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Yasîn Hisên şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz