Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Xizan Şîlan

Xizan Şîlan

2 görüntülenme 0 beğeni
li ber pencereya bendemanê qalpaxa çavên min yên hesretkêş qerimîn dilê xapînok di agirê dojeha evîna te de hate biraştin çirûskên rûkeniya te ya xweşik hinav li min şewitand di keservedana rojên zalim de lal û gêj bûm bi gavên şemitok ber bi bêrîkirina te ve dipekim çok li min sist bûn bêhn li min çikiya kezeb û gurçik li min heliyan ewran di guregura xwe de qirik li xwe dirandin asîmana sayî firmêskên sor rijandin heyvê şara reş li eniya xwe girêda çûkan ji hêlîna sebirê fîrar kir ez êşa tunebûna te bi janazirav vedixwim piştî te ne navê min ne bajarê min ne temenê min ne cîh û warên min ne şev û rojên min û ne jî halê min hal e fanûsa demên şad li ser min vemirîn zelaliya gola xewnên şîrîn herimîn ez pişta birînên qalikgirtî dispêrim henasa te ya germ û li ber xwedêyê dilovan digerim li nimêja êvarên rengavêtî ayetên nûraniya awirên te dixwînim ava kewserê bi tasa destê horiyên bihuştê diyarî te dikim barana havînên kêfxweşiyê li baxê hezkirina te dibarînim berxên xwe li zozanên qefesa te diçêrînim di kevana birûyên te de hêlekana zaroktiya xwe dihejînim ez li tenîşta dara gûzê rûdinim û bi dengê bilûrê kilamên sewdayê dilorînim bi tîra bijangên tûj tevna qedera xwe ya veçirisî dirêsim tîrêjên tava rojê li ber şopa lingên te radixim keziyên zîvkildayî bi pêlên bayê rojava dihûnim bi sermestiya lêvên cirifî xwêdana eniya te ya gewr radimûsim sipehîtiya bûkaniya te bi xeftanê qedîfe dixemilînim û li dor şewq û şemala bejna fîdanî direqisim êdî xumxuma kaniya gotinên reben miçiqîn dîwarê hevokan herifî dengê zengilê bîrhatinan hate birîn bêçare li tenêtiya derûniya xwe vedigerim ez ê hestên wêran daynim ser balîfa xeman û hêviyên mişextbûyî di bin lihêfa xeyalên jankêş de ramedînim

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Xizan Şîlan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz