Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Xizan Şîlan

Xizan Şîlan

2 görüntülenme 0 beğeni
dengê hawara te melûliya rondikên çavên ziwa ye keservedana temenekî bi jan e kaniya xeyalên bi coş e dengvedana şikeftên tenha ye têkoşîna li hember zexelên demê ye dengê hawara te guregura reşewrên barana azadiyê ye hêrsa pêlên okyanûsa ye kefenê mirineke zûhatî ye sebira xwedawendên bêdeng e dengê hawara te nalenala sînorên welatekî bindest e reşgirêdana gund û bajarên hilweşiya ye hesreta ronahiya berbangên derengmayî ye daxwaza lêvên bêmaçmayî ye xatirxwestina ji rojên tarî ne dengê hawara te çûkê baskşikestî ji refên xwe veqetiyayî ye êşa li ser dilê evîndara ye pêjna helbesteke nehatî xwendin e sir û seqema zivistanên hişk e xumxuma herika çemên har e siwarê hespê li meydana cengê ye dengê hawara te kezebşewata lorîna dengbêjên serhedê ye feryad û fîxana bilbilê îsyankar e tenêtiya axîna dûmana cixara min e zingezinga dengê dahola jiyaneke nû ye pelvekirina daristanên şîn e kovanên di malzaroka hezkirinê de hatinî meyandin e kutekuta kelecana dilê xeydok e dengê hawara te qêrîna agirê berxwedanê ye bêrîkirina bêhna kulîlkên biharê ye xewna çirûskên çira mezlûma ye naleta dîroka durû ye raperîna çiya û zinarên berz e sirûda ala serkeftinê ye sonda tolhildana şervanên mêrxas e û mizgîniya xemla Kurdîstana serbixwe ye 2018-12-18 Stockholm *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Xizan Şîlan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz