Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Xizan Şîlan

Xizan Şîlan

2 görüntülenme 0 beğeni
ez ê qalikê tirs û endîşeyên dilê xwe bişkênim li çolistanên gijilî xunava lêvên vîzevîza bayê qerisî maç bikim li tenîşta navnîşaneke windayî rûnim û bi neynokên giyan dîwarê gewhera derûniya xwe ava bikim tûrikê qencî û rûmetê li ser jana pişta xwe bigerînim bi rîsê helbestên kulek di mêjiyên kor de tevna fazîletê bihûnim di birçî û tîbûna xwe de şîrê pêsîra dengvedana şikeftan bimijim fanosa dilê reben li nav gund û bajarên çavbelek vêxim têlên rêsayî yên mijgirtî ji sînoran bişeqînim çerxa dek û dolabên çaxa genî bi şewata henasa xwe paşpê bizivirînim qêrîna Şengal û Mexmûrê di germa hembêza xwe de aşt bikim giloka kul û birînên êşan bi awirên raperînê veçirînim di sebir û xweşbîniya xwe de koletî û bindestiyê ji holê rakim bêhna kulîlkên bihara şad li baxê hezkirinê bireşînim kêfxweşiya demsalên kesk li ser zeviyên welatê şîrîn bibarînim ava kewserê di newalên Cudî û Qendîlê re biherikînim kal û pîr û zarokên bêxwedî di qonaxa dilê xwe de bihewînim bedena xwişk û birayên canfedayî bi keskesora rengîn bixemlinim di bin siya dareke stûxwar de bilûra aştî û wekheviyê bilorînim ala gelên mezlûman li asta çiyayên bilind daçikînim li hespê çeleng sîwar bibim û ber bi hesreta yekîtiyê ve bibezînim bi tilîlîyan li meydana serhildanê bireqisim destana egîd û mêrxasan di rûpelên dîrokê de binivisînim li hember celladên qehpik kirasê serkeftinê li bejna agirê azadiyê bipêçim di berxwedana şerê Kobanê de çirûskên hêviya şervanan bibiriqînim û li ser axa pîroz ya şaristaniyê Kurdistaneke serbixwe pêşkeşî Cîhana virek bikim 2014-09-21 Stockholm

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Xizan Şîlan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz