Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Tengezarê Marînî

Tengezarê Marînî

2 görüntülenme 0 beğeni
Nûçe …ji welatê xewnan??? Tenê yek- diyar e jiyan li wir e-! Ji wir ristek ji helbesta xwe bo min rêke…xwe bi ser hev de neqermiçîne, neqûçkan ji xwe nede! Hîn ji te re maye tu têbigihî! Wê tu dîtî - behwer be- ew naxwaze te winda bike… ristên wî hizra te ne sîbera te ye. Hişiyar dibî çavên xwe diperixînî? - Li wir bûyî, bi nazikî tu himbêzkirî, behwer bike tu li nik wî bûyî…. Li xewnland. Tenê nûçe ye Tenê yek e.. Ji zû ve di dîwarê wî xaniyê biçûk de di nav kilîtê de payizokekê xwe veşartibû diteyisî, sor û mor Di rojê de, destek ji xwînê noq bû, xurriya, xiştik û miştek li pêşerojê ketin destê xortekî, diyar bû Baran, pizrûkên zer, bazinekî kesk, bêdengiya avê, strana şevê dibêje, kelogirî, ez, li ber peravê bendewar li vegera te hêdî jibîr dikim. Sorka spêdê veda, destên min kurt, ez spî _______ Ax, ne yên te ne yê min bûn. Ez li ser hev mam! Geriyanekê ji dûr ve qîrek da - zarok yariyan dikin, nalînek, li bin sîbera giya, bêdengî, xak û rengê ba, bi tine, ez, li xwe nazîvirim Dibuhujî, ez bi kurdî dipeyvim Li ber tiblên te radiket çûn û hatin, ji hêlanekê, ma tu ji qirêjê hez dikî? Rabûyîkirî, xurha piştguhê te êşeke şêrîn? Dawiya te xurh e, destekî din li ser e, Dixwazî, li her deverekê be Li qehwexanê jî lingên xwe vedikî Li ser mêzê, an li bin? Dest û lingên xwe ji girêdanê re amade dikî. Ji lêvên te şehwet dibare Hîn dixwazî? Bi destên xwe.. Xwêyeke kevirî. Binive, gewrika spêdê da der. Ez dûr im. Li filmekî evînî ku bi dilê min bû temaşekir: zor e ez evîndarê xwe bim çendî film naskirî be pirr bîneran film baş didît û eger hemî wisa biramiyane ji bo çi girêdan zor e û bo çi evîn ne evîn e çima peyva EVîN hemî nehatiye gotin her kes pê dest pê dike min gelek caran ji xwe pirsî ka bersivê bide nebû ji ber sedemeke pirr hêsan hizrên min hestan derdibirin bersiv ji dev derdikeve tişta dinivîsim yariyeke di serê min de hêminiyê nabînim bê evîn ez bersivê çê dikim ava dikim nabînim ji dîtinên xwe vir û bi hezaran dever gunehkar dikim Xatirxwestin ne tenê peyveke li ser zar e rewşa mirovekî derdibire.. xatirxwestin daxwaznameyeke ji me ji bo lipaşxwenerînê di wê cara ez tu dijîn de armanceke zelal li ber çavên te û min e Xatirxwestin hêzê ji me didize ew ya em pêdivî ne daku rêka xwe pê bi dawî bîne ya em tê re peyade ne bilez bi dawî bînin çendî hêzê ji me werbigire xatirxwestin em hew qas bêhêz dibin Xatirxwestin dikare hêzê bide çendî bêhêz bî dixwazî hêza te pitir bî li nehişmendiya xwe vedigerî Tu û ez û rewşa xwe bi ser hev de tînin Xatirxwestin.. Xatirxwestin çi peyveke kovandar e dilê min dikole çavên sar dibêjin min: - tu dê niha bedbext bî Destek ji peyvan straneke rengê ciwan yê şînê diyar dike Sorgul mîna xwînê mêraniya min direvênin Hezar gul awireke qerisî ye Hestên bêrîkirinê bêdeng in Deryak ji rondika me di kakilê êşê de Maçeke kûr cara dawî Sê kevokên spî di ser min re Peyama aştiyê ne Silavek bo cara dawî û ya heyhayê... Taximekî reş li ber min e…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Tengezarê Marînî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz