Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Tengezarê Marînî

Tengezarê Marînî

2 görüntülenme 0 beğeni
Maçeke jibîrkirî "Li ser delavê Deryayeke xemgîn“ Li devereke bêxwedî, stiran, giya mista destekî şîn. sîtav azad e, destpêka salê. Reng, guhertin, dar. Li jêr perê ezmên, çîroka gundiyekî desmal kesk e. Balinde hildigire gula gavên min. Şopa liva te, di xewa min de, serxweş e. Li ber avê, lêv li ser lêvê, kesk. Peyv derbas dibe, kesk silava valahiyê.. şîn helawêstî ye, roniya avê. zimanekî gulan heye. Bêdengiya te. Sil dibin efsane, nîgarkêşiya bêganetiyê ye. Ba rawestiya, hêza te li qeraxên şevê werar dibe. Çav tozane, reş e. Ba guhdêr e, îro kesek nayê. Şevîna goristanekê, te vedinivîse, rengîn, mezin e dil, lêvşil.. Sirûd, li serê tiblan berf e, dever e, berf dev li ken e, demê xwe di pişta hevokê de veşartiye. Li wir im, helbesteke nepenî. *Çavkanî: Helbestên Bijare ên Evînê, Hawar Pirtûk.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Tengezarê Marînî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz