Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Tengezarê Marînî

Tengezarê Marînî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ba sêwî maye, em li çi qûnaxê.. sîbera qehwê dax didin? Min ji qelebalixa te hezkiriye. û li ser şemendefera rondikên te, termê min xwe vedide. Ev meya min e, dudilî dibe, mîna mirinê ken diteqîne. Min mijankên xwe li ser wî rûbarî melisandin, çavdêrê evîndara min in. Helbestê rawestîne, valahiya dengê te dûr e. li germiyanan, min nîvroja xwe, sarkir. çi dibe ! Peyvên we nehişiyê dibestînin. Bedena te mişt e, ji kolanan, ji hêviyan, ji susretê, ji Komirê. Tozê bi ser xwe dake, di birînên te de dixendiqim. Fehliya te dibilîne, di xirûcirê de, dizîvirî tu. Cihê xwe binase, destpêka qeşema dawî ye! Min têlên pirça te, ji wêneyên dîloka xwe re kirine nîşan. Lêvên min birsî ne, bi navê te sûnd dixun. Bêriya te ye, bi gilîzokên bêdengiyê dinuxume. Kernevala nebûna min e, li ser gora ahengan. Ez baz im, ji xwîna te me. Min ji dengê xwe biparêze. Bi xewnên te, destnimêja xwe digrim meya te, pizrûk pizrûk di xwe de, dinivînim. Tu dibêjî na na naaaaa Hemî pirsan li pey hev rêz dikî, bi tenê..... pirsekê tu nakî. Hetav dilerize û Kes tênagihe. Windabûn e, min belav dike !? Tu bixwe min dibînî. çawa ez bi mirinê şa dibûm.. Mirin welateke, xwe bigire, va ez hatim dîlbera min. Min li wir himbêz bike, ew giyanê jiyanê ye, ez dengê şeva sermedî me. Dilê min bi te disote, tu jî.. mîna bextê evîna min şikestî. " dem ne ev dem e" War tune ye. şûnwarekî ji derveyî te me. Ger ev qêrîn Careke din bixure... Li xaçerêkan, ahînên min in, xakê diramûsin. Em, di .. Jibîrkirinê de digihin êkûdu. çavên me lihev dikevin. Roj reş in, tena-tena wek xewnên min, bêlîlandin dibuhurin diçin, diçin diçi i i n. Hannover (Elmaniya), 16.8.1998

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Tengezarê Marînî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz