Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seyîd Eliyê Findîkî

Seyîd Eliyê Findîkî

2 görüntülenme 0 beğeni
Me d`zanibû j`şqa dila Ku yek dibûn şêx û mela Nihû li hev dibin bela Wek beglera şêx û mela Heryek divêtin xwe tinê Hevalê wî wek titinê Tehl û zirav bê di dinê Bêjin ewê şêx û mela Eger wiha dewam bikit Tirsek mezin wê jê kevit Me ra Rebbî Xwedê nekit J`dîn ra dibit tert û bela Tiştek we dî j`cih derketî Bibne guhê hev b`şîretî Ne b`nikil û 'edawetî Çi nik şêxa çi nik mela L`dîn da nebit herkes xwebîn Cem wî we bit kes dî tunin Ew 'eybek e l`dînê mubîn Ne laîqê şêx û mela Derbûmesel meşhûr heye Xweş ketiye l`cihê xwe ye Ku ha bikin şêxê me ye Rehmetullah l`me cahila Şêx û mela ku ha bibin Cem hev sik û 'eybdar bibin Cahil dê bê hefsar bibin Guneh stuwê şêx û mela Hûn in şivanê ummetê Ku hûn bi xwe xwar kin xekê Cahil dê çêkin hicetê J`pey we bibi tert û bela Qalba bi hev şirîn bikin Bendê bi şeytan re bikin Dînê mubîn keskîn bikin Ev e heqê şêx ù mela Tev da bibin bo hev mu'în Rakin ji nav xwe buxd û kîn J`erdê hilînin barê dîn Gêş bin bi hevra wek gula Tev da bibin j`hev ra heval J`hev ra bikin qelba zelal Rakin ji nav xwe qîl û qal Sofî feqe şêx û mela Dînê me yek dîn e temam Ez b`xwe bibîm jê ra xulam Ê ku ji dîn ra bit zilam Heskî bila bit j`Kerbela Em hêvî û zarî dikin Ji sofiya 'eksê nekin Wek sofiyê safî bikin Ew xizmeta şêx û mela Rêza şerî'etê biçin Resma teriqetê biçin Bendê nekin ferqê nekin Di navbeyna şêx û mela Sofîtî ne b`şaş û rih e L`heddê xwe da tiştek b`cih e Ew sofî bê şek ebleh e Ku guh nedê şex û mela Sofî divêtin hûr û kûr Şêx ra nebê 'eyb û qusûr Ser ya xwe bin nêzîk û dûr Razî bin jê şêx û mela Lakin ewê bê buxd û kîn J`dîn ra emekdar û emîn Sax bin bi wa derd û birîn Qismê wiha şêx û mela Li guhê xwe kin vê şîretê B`cahê hebîbê ummetê Hûn sar nekin terîqetê Resma zelal bûye xela Her çi terîqa neqşi ye Wirdê wî zikrê qelbi ye Herb û şerê wî b`dizî ye Ha gotine şêx ù mela Qelbê xwe baş safî bikin Zikrê xefî tê da bikin Xwe j`her kesî winda bikin Ger we divê ya bê bela Her kî bikit î'laniye Da xelq bizanin ew kî ye Bê şubhe ew nuqsaniye Pirsê bikin j`şêx û mela Govend û reqs û heyhey e Ger çi l`terîqa heye Nik neqşiya ew sexte ye Da hûn nebin pê mubtela Lakin ku şewq xalib bitin Ruh xalibê qalib bitin Bê hemdî wî cih rakitin Fetwa didin şêx û mela Nebî nebî hûn ey bira Reqsê bikin j`keyfa xwe ra Bêjin heye ev macera Der mekteba şêx û mela Cahil divê teslîm bibin L`tewbê musteqîm bibin Herkes ji wî selîm bibin Feyde bikin şêx û mela Feqe divêtin j`bo Xwedê Di 'îlmê xwe da cehdê bidê Da ew bigêhte meqsedê Dûr bî ji resma cahila Her ku melayê ku we bê 'Îlm û 'emel teqwa hebê Kibr û hesed cem wî nebê Pîroz bî lê rutba mela Şêx laiq ê j`wan zêde bî D`îlm û 'emel serdeste bî L`dîn ê me da pêşya me bî Qurban bibim şêx û mela Ez qehirîm lew ev min got Vê tehliyê qelbê min sot Tev da hemî bune sukot Ser vê yekê şêx û mela Kes nîn e sulha wan bikê Paqij bike wa j`vê rikê Ev rebenê ji Findikê Nakin bi yê şêx û mela Lakin hene j`vî 'eskerî Ser sunneta peyxemberî Evî dînî bibin serî Şu'le bidin wek meş'ela Minnet ji kes hilnagirin Daîm bo Xweda hazirin Safî ji wî ra ew hurr in Ger çi bibit "hewlul-wela" Ya Reb l`derê te el-emen Tu me b`gerî j`hizba evan Winda nekî d`fitna zeman Me w dostê me w şêx û mela 'Ezman dirêj î tu 'Elî J`her tiştê tu diştexlî Heqê te ye j`bê 'eqilî Mû l`te bidîtin çend zela *Çavkanî: Abdullah Ceylan (Facebook)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seyîd Eliyê Findîkî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz