Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seyîd Eliyê Findîkî

Seyîd Eliyê Findîkî

2 görüntülenme 0 beğeni
Min dî'l dinê da pur 'ecêb nayên hîsab û defterê Yek jî ji wan dostan nema qet şubhetê dostê berê Tê bêjî ev dostê'j' dil in maşaellah tev kakil in Yek rûh in û dû şekil in te hew dî bûn l'şikra kerê Belkî ji wan ker çêtir e çunkî reben barhilgir e Bi kû da bibin bê qîrqîr e ne wek va dest ser xencerê Dostaniya j'dil bû xela hetta di nîv şêx û mela Li 'aqila bûye bela hetta defin çin meqberê Zû'j hev diçin dost û heval serhev didin ew erzûhal Seb tiştikî pur bêkemal tu mêzekî li bin Hecerê Nînin hekîm 'îş çê bikin nav alemê da bin sekin Derd û bela derman bikin şewqê bidî wek fenerê Me'j rebbê xwe hêvî heye ku bêtin zû'l hana me ye Hilnê evê'j nava me ye em bin birayê cegerê Piştî eva qehr û kula derman bikin derd û bela Geş bin bi hevra wek gula hetta biçîne mehşerê Ey Seyd 'Elî nebî nebî tirsa te qet ji keskî hebî Îmam Elî ceddê te bî girt destkî deryê Xeyberê *Ji keşkula Hîlmî Koxî *Latînîzekirin: Qedrî Sipranî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seyîd Eliyê Findîkî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz