Ey dilê meskenê derda ma tu zanî ku çi bî
Ew Seîdê canfida j' dînê me ra j' kîsî me bî
Beyreqa ku wî hilanî ji bo vî dînê mubîn
Me çiqa pursî û seh kir vê demê kes dî nebî
Çepera dîn girtibû pakî ji keskî nedikir
Heq dizanî heq digot û heq dikir herdem we bî
Ew dikana ku wî danî ew meta'ê difirot
Ew li Şam û Misr û Bexdayê nihû peyda nebî
Çû wefat kir çi musîbet sedhezar rehmet li ser
J' ehlê vî dînê mubîn ra çi numûnek taze bî
Sêsed û heftê w nehê piştî hezarê hicretê
Dergehê baxê bihişta keremê l' ber wî vebî
Ew li Nûrsê hate dunya wî li Urfayê wefat kir
Ew Şehîr bû ew Bedî' bû ez çi bêm serdeste bî
Ey Se'îdê herdu dunya dîtina te bû keder
Em j' Xudayê xwe dixwazin l' axretê em l' cem te bî
Ey 'Elî ger çi Seîd çû lê Rîsalê Nûr neçûn
Sed emanet min li te da tu ji wan mehrûm nebî
*Ji ber pirtûka wî.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seyîd Eliyê Findîkî şiirlerine dön