Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sabah Kara

Sabah Kara

2 görüntülenme 0 beğeni
Divê ez pîramîdekê ava bikim ji kevirên huznê yên ku (min di şevên te de birrîne Ji fir`ewnên hevdem re mezel û şahid ji mezlûmiyata min re) û ji bo ku mêras bimînê nefreta ji zilmê ji dawiyan re Divê ez bi xwîna sor tevbidim xerca wê û ez li dîwarên wê qisseta Benî îsraîlê hevdem (neqş bikim Darên xurmê yên fir` ewnî weku darên îdamê û dest û piyê me yên ku çeprastkî hatine birrîn (Ku her yek li derekê ne Piyê me Milê me Serê me Bedena me Ku her yek li derekê ne) û xwîna me ku qedeh qedeh tête vexwarin mîna şerabê) û bi dîtina kirasê te yê zîlletê ku tu nikarî Pişkokê têlsincikiyê wî biqetînî û jixwe kî Divê ez biqetînim pişkokê kirasê xwe yê teng ku (sînga min digivêşe û ji misreyên xwe laleyan neqş bikim rêz rêz (ji rengê xwînê (Mîna laleyên ku me xwe j `têlsincikan dirêj dikir û (diçinîn ji mayinistanê) Divê ez qelema xwe binoqînim di xwîna mezlûman de û bi misreyê xwe yên agir û pêt bişewitînim dezgeha zilmê )

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sabah Kara şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz