Destê me bi hev ve girêdayî
Histêr durr in di çavên me de
û tizbî ye li ser gepên me girî
Em di xemê de xem in ji hev re
û şahî ne, di şahiyê de
çavê me mirêk in û huzn
Pejn dike ji birînên me
çavdêrên hev in em hertim
Em ku jibo aştiyê dibêjin
û em aştiyê dibêjin bi timî
Eşq neqş dibe di gergefa me de
Ji çiçikên demê, em ku sebrê dimijin
çavdêrên birînên xwe ne em
Dibên "gul" bi birînan û bi wan
Ji lêvan selamê didin
Ew xerîb in ku em
Di kaniya çavan de li avjînê digerin
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Sabah Kara şiirlerine dön