Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sabah Kara

Sabah Kara

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey dara hejîra ku rayê xwe berdaye Dilê latekî ji latên welatê min Li ser çiyakî berz û bilind bi şan û şeref Li deştê dinhêre li deşta bêbinî Ey Cîgerxwîn ey dîkê şefeqê Ku di dilê wî de noqiyane pençikê wî Bi feryadên xwe cîgeran pare dike û sibehên ronî bangdide li welatê min Bibînin ev axa bi navê "beyar" demxekirî Di bin barana histêrên mezlûman de Xortê xwe yên ku tovetov noqiyane di axê de Mîna simbilên ku hezaran didin Mîna gulên heftber ku hefteheft didin Vaye ji nû ve dizê Ey Cîgerxwîn Ey dîkê şefeqê ku bi dengê xwe yê berz Parçe parçe kiriye şeva tarî ya welatê min û pençikên wî bi xwîna cîger hinekirî Dema ku te bang da bi dengê xwe yê xwînî Hişyar bûn darûberê welatê min Kevir û ax û kulîlk Mirov û teyr û xezal Hişyar bûn bibîn Ey Cîgerxwîn Ey dîkê şefeqê ku bi dengê xwe yê berz Parçe parçe kiriye şeva tarî ya welatê min

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sabah Kara şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz