Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rojhilat Azad

Rojhilat Azad

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji pêsîra dayikê şîr e ziman, Destpêka rêwîtiyê de, xurcê rêwî tê dagirtin, di xurcê de nan e, pivaz e, penêr e ziman, Dûkel dikişe ji tendûrê , pê werimîne çavên dayika min; wê rabe bipêje, hilhatiye, hevîr e ziman Biqewime şerê welatekî ger, ji bo rizgariyê, ji bo serkeftinê, amadekarî ye, pîlansazî ye, tevdîr e ziman, Gava ku sefer destpêdike gime gima pêyên hespan tê, li pêşiya artêşê, li ser hespê kumêt, di serî de mixfer li sermilê mertal û di dest de şûr; mîr e ziman, Ucax bê mezin nabin, nesitirî ne cahilên vî zemanî, ji bo neqelibin tu qeza û belan, li pêşiya wan kalemêr e, evdal e, pîr e ziman. Giyan niştiman e, serî payîtext e, al e ziman, Li ber qendîlê diçiruse kilama li ser devê evdal e ziman, Bê û li me biqelibe dîsa tofanek; carna ji çînê û carna ji maçînê; wekî Zagrosan bilind dibe li ber sînga me, zirx e, mertal e ziman, Ecêb e... Bê dewlet, bê mîr û bê wezîr, me hemu komkujiyan û tofanan diparêze ev pênc hezar sal e ziman... Niyaz e, ayîk e, nifîn e, dîn e ziman Roja axiretê ger derbas bibî ji pire ya siratê Li deriyê bihuştê benda te ye, mizgîn e ziman, Ji bo hinekan mal û milk e, ji bo hinekan evîn e ziman, Hinek dibêjin leyla ye, hinek dibêjin juliet. Ne şirîn e, ne aslî ye ; an xecê ye, an edulê ye, an zîn e ziman, Bi xeml û rewş e, şirîn û xweş e, hingivîn e ziman...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rojhilat Azad şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz