Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rojhilat Azad

Rojhilat Azad

2 görüntülenme 0 beğeni
Çavên zahirî meşk in Ji bo kilkirina hestên batinî. Her dilopek hêsir, kilek rûnê nivîşk e, bi qîmet. Hîn ked e, hîn giranbuha. Kî yek rondikê zeyî bike korîcax e Hêsrê xwe veşêrin heta ku roja pîrozbahiya azadiyê. Veşêrin giriyê xwe, Awazê xwe veşêrin. Wek singekî sor kirî çik be jî di hinav de veşêrin... Reniya agir royî dilê we dibe,dizanim. Xwe pê bigrin! Yê ku, mirin bi wateyê xemilandine dor me pêçane! Kulîlkê reng bi reng wê vebibin, xwe diguvişin li bin axê de. Hertişt li benda pîrozbahiya welatê rojê ye Hertişt fîguranê lîstika azadiyê ye. Sebir bikin Kenê xwe jî veşêrin. Ji roja azadiyê re veşêrin Toqmaqê daholan... Tilîliyan, Xêliyan Şal û şepikan... Heta ku roja azadiyê, Jînê veşêrin...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rojhilat Azad şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz