Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rojhilat Azad

Rojhilat Azad

2 görüntülenme 0 beğeni
Heyvanê evînê ne awirên te, Tovê jiyanê kenê te. Destpêk e ev xuya ye! Ji reqsê didizin pelên porê te hejînekê, Lerza dilê min û heja porên te bi hevre di reqsê de ne... Belawbûna wan welata hildişîne. Ez rêwî me, Dilsar im, tengezariyê de me! Şopên lêvên te ji axa dilê min çûne. Di hinavê min de kersegê xwînê, Mirov çawa dijî, çawa dimîne nizanim. Ruhê min fatîhayê dixwîne ji laşê min re, Ji ber bêxwedîbûna mirina min... Teqez nafilitim tîrkevanê mijangê te, Gav bi gav, evîna te, Mirinê dimehîne di hundurê min de.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rojhilat Azad şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz