sira sibê li ba bû,
dara hewrê veciniqî hişyar bû,
tevziyek da xwe,
tevziyek kûr...
û rahişt bilûrê danî ser dirana...
bilûr
ji sedsalên dûr
û ji kezeba kûr stra.
kaniya bin dara hewrê,
bi dengê bilûrê re nihirand
hêstir wirwirand
melûl melûl
û pê re
dilê heyvê ji kovanên xwe re
kerî bi kerî, kezaxt û dirand.
bilbilek firî ji hêlînê
çû danî li gulyê gulê
xonçeyan mêjand ji pêsîra xwe
berda dilê wan ji xuriyê
dilop dilop
niqutî û xurî
niqut niqut
niqutî û xurî
di dilopa paşî de şefeq beyan bû
ji bilûrê hîs birî
kanî xayîs ket
li binê kema gulê, bilbil ji can bû
jînek nû dest pê kir bi sira sibê
şefeq zelal, xweza xuyan bû.
*Ji pirtûka wî Kadiz, r: 43-4
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Rojen Barnas şiirlerine dön