Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

21 views 0 likes
Li pişt perdeyan, Li ser maseyên qehpikan îdeolog Dersên hûmanîzmê didin Li kolanan ne çep heye, ne rast Ne oldar, ne jî hukimdar Tenê bêhna birsê Tîna tirsê Di spîkên çavên zarokên benîştfiroş de diçurise Li her bihostê gavekê parsekek Hûmanîzma îdeologan pars dike Di ruhê mirovahiyê de çavşoriya medenî Têjikên xwe şîrmêj dike Peyv bi tûvilên nû têne durûtin Li ser bazara xwîna mirovan... Li her çepa kuçeyekê dilşewitiyek Axa tî bi dilopeke xwîna xwe hine dike Li vî bajarî serşoriya serxweriyê Her roj çinînekê ji gewdeyê xwe dixwe Li kolanan, Ne xema manê heye, Ne jî tirsa pîrozmendiyan; Ne hilma mirovheziyê, Ne jî kela dilsoziyê Tenê kula talanê Derdê serkutkirinê Ji felsefeyên azadîxwaz û mirovhezan vedireşe Li her çaleke tijî hestî ya malwêran dayikek Lorikê felsefeya hukimdarekî medenî distrê

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Omer Dilsoz
🛒 0

Your Cart