Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

2 görüntülenme 0 beğeni
Hestên min wekî mizrahekê Li dora xwe dizivirin Wekî derwêşekî Mewlewî Dizivirin û hey dizivirin Li beramber, Li seranser, Di nava bêdengiya dil de, Bi hêminî, Bi sermestî û her dizivirin Zivirîneke bêpayan Wekî gerasîska pêlên har Wekî babelîska bayê kur Wekî perwazên teyrê sîxur Wekî gurîska agirê gur Dizivirin hestên min bi sergêjî Bi delodînî, Bi kihêlî, Bi evîndarî Bi dilsarî… Diçerixin hestên min bi melûlî Li nava deştên gever î fireh Bi tena serê xwe Di çilê zivistana zemherîr de Bi dû dewsa sîberekê Sev diçin, Sar Roj diçin Sar Meh diçin Sar û sal diçin Sar Dipelînin hestên min ji nav tûvilê xwe Bi ser berdayî Bi dil daxdayî Bi çav kildayî Bi dest hinedayî Ber bi xwekuştinekê ve Têkil hev diçin Têkil hev tên Têkil hev har dibin Têkil hev sar dibin… Dikelijin, Vedimirin Geş dibin, Diçilmisin Li gel biharekê Li gel payîzekê Digerin hestên min li biyabanan Li dor strîdankan Li ser kulîfekan Li pesaran Li gund û waran Li ber baranê Li ber berfê Li bin hetavê Li gel hîvronê Di bin çilvilîna stêrkan de Li gel jivanên nepenî Xwe bi razên dilan wer dikin... Dibihûrin hestên min Di ser milan re Di nav şikêran re Di bin teşaran re Li gel sergêjiya dilê xwe Dizivirin hestên min ji gerê Ji kulînên bin erdê Ji nav dilê zindanê Ji tarîsana goran Ji dil-lerzika sêdaran Dizivirin hestên min li dor gêrê Li nav coxîna jiyanê Di bin simên siwariyan de Ji bêhna keliskên hespan Li gel gêjevanka zarokekê Dilê min dizivire li nav babelîskekê Li gel bêhna nanê sêlê Ji berbiska şorbûyî ya dayikekê Ji gurîska har a tenûrekê Ji dilopa xwîdana eniya nanpêjekê Hestên min dizivirin mîna widrê sofiyekê Mîna semaha pîr-elewiyekê Mîna toba reben-îsawiyekê Mîna duaya kal-zerdeştiyekê Hestên min gêr dibin li kendalê jiyanê Di nav gergerên xelekên demê de Bi sehma apoletên nexşîn Ên ser milê komandarên çavsor Dizivirin û her dizivirin Mîna çerxa wergêrana şev û rojekê Dizivirin hestên min ên serberdayî Bi peşkên baranê re Li ser dilê axê Lê dihêwirin Lê belav dibin Hingê dimêje ax avê Bi tîbûna hezar salî Bi hesreta hezar salî Heta kezebê Heta gurçikê Heta mirinê...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Omer Dilsoz şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz