Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

2 görüntülenme 0 beğeni
Lûleper Li beyarekê, li taldeyeke veder Bi kîjan êşê vedihewînî bêhna xwe Ji kîjan keserê, Ji kîjan rondikê, Ji kîjan dilopa xwînê; Ji dilê kê diniqutî? Lûleper… Êşan nede der Ev, taldeya veder Ew, wargeha bêserober Ev, rûgeha rengqemer Ew, dilgeha birîn bi xencer… Lûleper Demsal di nava demsalê de, li çaleke bêbinî Kêliyên herî watedar dinixumîne Kêliyên ji temenê evîna min a talankirî Evîna min a bizmêk lêkirî Evîna min a di nava wan kêliyan de jibîrkirî Ax Lûleper, Were, xwe nede aliyê veder Ev, em ên ji hev belav Ew, em ên bê sîtav Ev, em ên wekî ribadan hevxur Ew, em ên li dij hev wekî şûr Erê Lûleper, Ji êşan dizên kahniyên vê axê Di malzaroka kovanan de Kêliyên bêdestûr têne ber Gana vê dîrokê heram e Bi tovikê janê hatiye meyandin Lûleper… Êşan nede der Ev, taldeya veder Ew, wargeha bêserober Ev, rûgeha rengqemer Ew, dilgeha birîn bi xencer… Lûleper… Ax Lûleper, Zimanê min ji bo çi bigirê tê Peyv dixesin Di nava hilmijîna windakirinê de Nayên rêzê gotin, Nakevin dû hev Saz nabin hevok Asê dibe… Ev dûrdikeve, dibe ew Ew winda dibe, dibe ewê dîtir Ewê dîtir xwe li tu asoyan ranagire Veder… Derbeder… Bê şûn û bê dever… Ax Lûleper! Nayê gotin, nayê gotin ka çend giran e ev keder. Lûleper… Kêliya herî rast, Bizaveke serbest; Bêyî ku li tûrê demê bialiqe Di nava henasa min de diqerise Hilmijîneke bêqîmet Di rondika çavê min de winda dibe Ev… Hemû ev ên min winda dibin Hemû… Hemû ev ên min terka min dikin çi xerîb e ne wisa; Li valahiyeke veder, Li vederiyeke vala; Di nava hilmijîna kêlikekê de pûç dibim. Lûleper, çi ecêb e ne wisa; Kengî bixwazim winda bibim Bêhna te seh dikim Kengî bixwazim te bêhn bikim Te winda dikim Tu jî çi zû diçilmisî Lûleper!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Omer Dilsoz şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz