Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Occo Mahabad

Occo Mahabad

23 views 0 likes
Ji min re nameyekê binivîse Bila di nav de Rondikên çavên te hebin Ez ê bi rondikên te re biaxivim Ew ê ji min re êşên hesretên te vebêjin Ez ê herroj rondikek vexwim Êşên xwe Hesretên xwe ji bîr bikim… Ji min re nameyekê binivîse Bila di nav de porên te yên jêkirî hebin Ez ê porên te belav bikim bayê sibehê Biçim kuderê Bêhna porên te wê bi min re be Ez ê bi bêhna te dilê xwe şa bikim Ji min re nameyekê binivîse Bila di nav de destmalek hebe Wê destmalê lêxe bedena xwe ya nazenîn Ez ê herşev di bedena xwe de te hîs bikim Ez ê bi desmala te ve Xwe ji nû ve biafirînim Ji min re nameyekê binivîse Bila di nav de Çavên te yên melûl Destên te yên biçûk Lêvên te yên agirî hebin Bila di nav de Êşên te Hesretên te Hezkirinên te hebin Ji min re nameyekê binivîse Bila di nav de tew tu hebî Ez ê her û her te bixwînim Te bibînim Te hîs bikim… *Ji pirtûka Êşên Qehbik, r:26 *Bi destûra helbestvanî ye.

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Occo Mahabad
🛒 0

Your Cart