Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Occo Mahabad

Occo Mahabad

2 görüntülenme 0 beğeni
Ev çiya ne rûpelek e Tu nikarî Li gor dilê xwe Bi qelemekê xêz bikî Tu hêz nikare Serê wî çiyî bitewîne Ev çiya ne keştiyek e Tu nikarî Berê wî bidî ber bayê Ev çiya Çiyayê qaçaxçiyan e Rê kevir in Bêdar in Bêdor in Çûyîn û hatin Bi mirinan diwestin… Hêyy bavo Dengê bilûrên şevê Bi hespên qemer diaxivin Hêyy bavo Ev çiya kalemêr e Tofan e Birûsk e Bager e mêr e şêr e Qîzaniya bûkan didize bi hêviyan Rondikên kuran dipêçe bi hesretan Salên kal û pîran dialêse bi xizaniyan Sebirên dayik û bavan dikuje bi zayînan Qêrînên zarokan dixeniqîne bi fermanan.. Ev çiya Çiyayê qaçaxçiyan e Çûyîn û hatin Di navbera jiyîn û mirinê de îmana xwe dide Dengê wî çiyî baş guhdar bike Ev çiya Çiyayê qaçaxçiyan e Xwe dikuje dîsa jî serê xwe li ber zaliman natewîne Ev çiya çiyayê Kurdan e Bi xwîn e Bi girîn e Bê gor û dost e Xwe dikuje dîsa jî serê xwe li ber zaliman natewîne… *Ji pirtûka Dem, r: 7 *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Occo Mahabad şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz