Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Occo Mahabad

Occo Mahabad

2 görüntülenme 0 beğeni
Hîçekî me li ber şehwetên te Şehwetên te Aşûfteyeke pûtperest e, Qesra bengîtiyan Dibe cehnima tazîtiyan, Beyteke neqişkirî me Li ser memikên te. Mexsed ew e ku Fêkiyên vê bexçeyê Werin daweşandin, Kakilekî nû me di alemên te de Tene tene têm ser tengezariyên te, Zewqfiroş e ev saet Wûslateke bêîman im Di gerdena te ya leylanî de. Dilopek nûr î li semayên min Ne tiştek im Li bin siya neynikên te Perwane me bi hebûna te Qurt bi qurt dixwim Her zerreyên te. Hîçekî me bi nazên te Li tenişta te şeytînek Min cezb dike li vê meskenê, Ewreke bêbinî ye gezên te Çirayeke vêxistî ye navika te Ez hevokeke batinî me li rûyê te Awêneyeke bextewar im li mezata te Derûniya min zemheriyek e li tenûra te, Qudret in ramûsanên min Li kaniya dev û lêvên te, Agirdiz e axînên min Li qiyametên tixûbên te. Hîçekî me li ber awirên te Hibreke derkirî me Li ser kaxizên te yên welidî, Qewmê min tu yî Li vê jiyana fanî, Yara min tu yî Li vê asîmana sayî, Dilsitar im bi behra te Qudûmşikestî me li êsîrtiya te. Mexsed ew e ku Kulên vê meyxaneyê werin rijandin Reşbiskên te yên awirhov werin firandin, Ez mûrîdê dêra te me Ka diayên te? Ez mûrşîdê lîsanê te me Ka xençerên te? *Ji pirtûka Bi Dizîka Were, r: 22 *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Occo Mahabad şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz