Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Nûdem Hezex

Nûdem Hezex

2 görüntülenme 0 beğeni
heft rojan ma ew peyv li ser wê asfaltê çavek li xwe vekirî yê dî bi ser xwe de devgrêdayî li wê rastê dîmêneke mirî mabû li kulmeke girtî bermayîya çolek gotinên li lêkera hevokekê ketî mîna kîsek pembû pijîqîbû erdê rêyekê xwe li rûyekî girtibû rûyekî xwe li rêyekê hatibû kuştin royek li rûdênê ava çemekî li ser wê asfaltê heft rojan mabû ew peyv çilûra sikîsar girtibû ser çermê heyatê klamek tepisîbû ji kerba bêdengîya dengnebêjekî lal dengekî hinavê xwe dadabû li ser çokên bajarekî temirî lêv xwe li ser lêvan de pijandibûn daristanekê xwe mijandibû li ber sîya şêrên çokşkestî ew peyv heft rojan mabû li ser wê asfaltê slavek dabû mirinê- em li ber neynikeke kevzgirtî bûn neynikeke tevzgirti bûn em- me mirinek dida slavekê slavek dida mirina me jîyanekê ji kuştineke kedî belê! ew peyv heft rojan li ser termê me mabû ne dîyarîyek bû ji xwedê şkestekên bajarek stêrk hûr û hûr tûla bûkanîya heyvekê bû ketibû erdê belê! em di bin şapeya berfekê de mabûn rip û rûreş heft şev û heft rojan ma ew peyv li ser wê asfaltê mistek ronî di kulma xwe de veşartibû ji rûdênê heyvê wê dayikê biteybetî Mahzer (Weşanxaneya sınırsız 2017)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Nûdem Hezex şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz