Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Nûdem Hezex

Nûdem Hezex

2 görüntülenme 0 beğeni
Cîya min xezalek e hûn nizanin çi qasî xweşik e go: neçe kûrê`m neçe bêhna xwînê tê ji wê hêlê sorgewez e rengê axa wê bi çarikên bi darên hişk ve grêdayî ne li wir bi ya min bike neçe Cîya min perperîkek e hûn nizanin çi qasî xweşik e yadê ma tu nizanî rûçermê rûdênên zarokên Kobanê weke trîyê bilbizêkî tenik e vê qrîstalên wan bibirûsin- ez herim leyistokek di destê wan de be dinya wê gavê bihûştek e... Cîya min kulîlkek e hûn nizanin çi qasî xweşik e go: neke kurêm neke ez ê pir bigrîm li pey te heya tu vegerî çavên min li dêrî vê biqerimin tilîyên min ji bêhna te Cîya min mircanek e hûn nizanin çi qasî xweşik e min serê xwe tewand madê xwe tirş kir dereke dûr li min mêzand min dereke dur temaşe kir Cîya min şemamokek e hûn nizanin çi qasî xweşik e go: here kurê`m here dilê min Egîdek e bibe bi xwe re Cîya min heyvek e hûn nizanin çi qasî xweşik e min dît Cîya min bûbû Enkîdo min dît li pişt cama otobosê bû ronîya rûyê wê bi me re dihat Cîya min rondikek e hûn nizanin di çavê min de çi qasî xweşik e Di bawerîya Somerîyan de KUR navê wî milê dî, wî warê bi heft derîyan qûflekirî ye. Ne bêsedem e xwedawendan navê welatê me xistîye "Kur"distan. Lîlîstan (Weşanxaneya sinirsiz 2016 )

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Nûdem Hezex şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz