Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Nûdem Hezex

Nûdem Hezex

2 görüntülenme 0 beğeni
( ji M.Ronahî re ) ma min negotûbû te lo Mihemedo pora tavê şeh neke gidî îro nabe do * rûniştîye li ber pencerê niha di dest de kitêbek qêrîna rengên li xwe dereng mayî sîya gewrîyeke boz li ber raborîya ser û bin bitoz ba û taya li pişta latê-barê heyatê ecaca çolekê li deştekê bûye bahoz niha pencereyek rûniştîye li ber du çavan dîwarekî bêserûber li zimanekî hişk dimelise deng dereng hatîye li rengekî qer ketîye tarî di nav tilîyan de şeqeşeqa tizbîyekî zer reqs û semaya hewayê raneketîye sî û sê awazên denggêjekî li tenûreke sar ketiye bedena bêbetan niha rû veniştîye zurîna lênivîska li ser masê pencereyekê perdeya xwe kuştîye aveke şor serê xwe şûştîye li pêşberê xwe hiştîye xwîyangek sê bang û bêhneke teng niha dîn bûye pencereyek bi çolan ketîye teqîye ronahîyek li pora MonaLîsayê bûne qelem tilîyên Mihemed vê gavê (nehatîye çapkirin )

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Nûdem Hezex şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz