Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Müslüm Aslan

Müslüm Aslan

2 görüntülenme 0 beğeni
Dibe ku tu niha li ser çiyayekî serbilind bî Şînbûna asîmanên azad xwe li porên te dide Lê niha ez li jêrzemînekê, destên min zincîrkirî Zend li ber qutbûnê Çêlîkên maran dor li min girtine Ez têm copkirin Ez bêmecal ketime li ser betona tozîn Tîqetîqa qaşo mirovan e li ber serê me Lê dîsa li te Her li te difikirim Niha dibe ku tu di êrîşekê de bî Tiliya te li ser çeka siwar Li keviyên bajaran laş ji lûleya te ber bibadibin Lê niha ez Ez li hicreyeke kêmronî ya belawela Bi tenêtiya xwe re heval Janeke li parsûyan Dûyê çixareya min a şikestî Li ser tiliyên min perçiqî Di hicreya min de xwe li hev badide Û bi azadî winda dibe Lê dîsa li te Her li te difikirim Niha dema berfê ye Kî zane berf li rêyên te dibare An jî Tu li bêhnvedanekê yî Pişt daye darekê Li diyarê xwe temaşe dikî Bi berfirehî hesaban ji xwe re dikî Ku dê rojeke me ya bê zilm çêbibe Lê niha ez Ez li Amedê Ji her tiştî re bêxem Li te her li te difikirim Kelogirî ez li te difikirim Li te bi bişirîna te ya berxwêdêr *Aram, Weşanên J&J, r: 15

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Müslüm Aslan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz