Gera min ji stiriyê bêbextiyê bixwînî
Qaqilkê salan ji cemidandina bedenê mîn bê fêde
Diricifîm…
Stargeha min germa hêsrê dayîka min
Dolmendiymîn şerma min
Lê.. min mecbûrî dizektiya emrê minminîka dikir
Te tembîh dikir
-ya mîna rengê nergiza-
Ji hesreta te dojeh dinuqûtîn ji mijankê min
Bala xwe li baneşana bihêle
Dûr dinîvisînim
Nêzîk bang dikim
Tû mina rûpelekî kete nav herka bîranina
Ditirsim
Hîn ku tu negîhaştiye mîn
Li bin stêrka hatibim veşartin
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Müslüm Aslan şiirlerine dön