Va roj derket
Min silavek berda kolanê birîn qaqilk negirtî
Rûyê bê mirin
Bîraninê nêvcî bi jan avdayî
Bi hefsarê bayekî dîn digrim xwe berdidim
Bi kûdê herîm
Li şopa silavekê jîn bê dizîn jî ne xeme
Xerîbiye navê silavê
Bi tiliyê kêrek tûj digere li laşê min
Ma te ez bîhistim li dojeha hewarade
Name li ser çiya hin tev bi xwînî
Di pirsim qêrînê çema meteloka vedide li ber min
Pirsê min bêhn çikyayî ser datine milê min
Ji te dûr bi bê navitiyê şadibim
Ji xerîbiya xwe
Bi bê dengiya xweyî bê kesre dimînim
Silav
Silav
Silav
Mate ez bihistim
Te digot
Hez sipî bike
Xwe li ser pira reşahiyê biparêze
Te digot
Bi hêrsê xwe nemijîne agirê bê ar
Te digot ji tofanê kedîkirî bitirse
Te digot…
Ji te dûr
Nêzîkî te ji dengê te kêm
Lê her sibeh xwe gorî hesreta te dikim
Ma tu zanî dûrahî çiqas axîn berda destê min
çiqas çem te ji minre nebêjin
Disa bi serma tehta kû li eniya diçûrise dinerim
Nameyekê seran ser bi silav dihêlim ji tere
Ez hîn hez sipî dikim
Xwe diparêzim ji reşahiye
şîn kêm nabe ji zimanê min
Silav
Silav
Silav
Min bibîhize
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Müslüm Aslan şiirlerine dön