Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mueyed Teyib

Mueyed Teyib

2 görüntülenme 0 beğeni
Eve ji wê şeva Serê te Li ser balgehê min nemay Rojê man girtî û Li pişta çiyayê Qaf Di gewriya ejdehayê şevê ra may Ger şevekê ji nişka ve Dunya ronî bû Nebêje çi zû dinya ronî bû Çi zû roj derket Ew ne roj e derketî Ew canê min e Agir pê ket Eve ji we şeva Serê te Li ser balgehê min nemay Canê min Bûye belgekê zer û pêtî Xwe havêtiye Bextê hirr û bay Ger rojekê Di ber pencera te ra derbas bû Nebêje çi zû belgên dara Zer û sîs bûn Çi zû bû paîz Ew canê min e Ne paîz *30/3/2016 *Ji pirtûka wî "Ne Şev Têra Xewnên Min Dike Ne Roj Têra Xemên Min"

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mueyed Teyib şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz