Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mueyed Teyib

Mueyed Teyib

2 görüntülenme 0 beğeni
buharvano, çi buhar e ger buhar bît, çi hewar e? çi şînî û çi zêmar e? binefş û nêrgiz çirmisîn.. ka buharvan lê nepirsîn? perî û zerî ji warî dizîn ka buharvan lê nepirsîn gerdenêt law di xilfa sêdarê da rizîn ka buharvan lê nepirsîn. buharvano buhar nîne me ya dîtî buhar şîn e ne ya sor e tijî xwîn e! gotin: ''adarok bo me şîn kirin'' lê adarok her li roja duwê mirin berze kirin gotin: ''kew kehî bûn, kew kehî bûn!'' ger kehî bûn, ew çi rik in? gotin: ''aştî ye, aştî ye!'' ger aştî bît ew çi xwîn e û çi rondik in? buharvano ne buhar e mêjû tifkê. ev neyar e! ev serbirrê kewê jar e! *''li sala 1974ê, kurdistan di gera xwînê de wer bûbû, hêşta rijêma be'is digotî ''buhar e'' û xayînêt kurd jî lê vedigera: ''buhar û aştî ye!'' *Çavkanî: tirsik.net

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mueyed Teyib şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz