Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîna

Mîna

2 görüntülenme 0 beğeni
ey çehre perî dil meji eşqa te kebab e daîm jifîraqa te me can her bi ‘ezab e perwane mîsal in û ji hubba te bi reqs in ezman tezen û qelb û ceger çeng û rebab e şewqa te li nik ehlê dilan behrê `emîq e sed şukrê ku dil min di wê deryayê hubab e se’yê dikirin cumle xewasin di meanê bo eslê gewher xo sedef bûye niqab e mecmû` di wê deryayê serasîme digerhin heyran û perîşan dilê sermest û xerab e meqsûd ku bibînin te bi çehvên te beşer pûş husna te bikin seyr û nebit cismê hîcab e perda beşerê dê bi çi ayîne sifet kin madem tu nekî lê nezerê şubhê xurab e wesfên di cemala te neşêm qet xo eda kim lew meseleyek husna te wahid du kitab e têk kewn û mekan û rûz û şeb ‘alemê cism e êk ilmê ehed sirrê "elest" fehmê cewab e berqek ji cewaba te eger bête zuhûrê dê hey bibin emwatî hemû bên vê xîtab e cennet ji gulîstanê cemala te hebîbî gulxonçeyeke girtî ji bêhna te gulab e ma nînin wekû min te du sed tûleyê dergah mehrûm ji çi nîme ji me ra ev çi xizab e carek bi kerem min vê huzûrê tu bixûne da ser binihim ber qedemê şubhê kilab e geh geh tu bi ne`lên di xo çehvên me vemale çendan ku segê kûyê ti me lêkî sewab e nisbet me divêt em vitedeyn gerçî bi seg’ bin madam ji gedayê `etebê bêne hisab e hîvî dikim min ji derî qet neçifûnî ................................... ya rebbî bi heqê zat û sîfat û kutubên xwe Mînayî li zikê ‘heremê kiyye turab e

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîna şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz