Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîna

Mîna

2 görüntülenme 0 beğeni
Metle'ê wechê hebîba min ,şefeq jê hate der Rewneqê da kohê qaf 'alem munewwer bû ji ber Her kesê wê sa'etê vê ra bi dil bikra nezer Da mujêtin têk wucûda wî ji pa ta ferqê ser Lew me dayê îltîfat paşê me jê kirbû hezer Lew me jê kirbû hezer tirsa'm bisojit ew bi hal Ew tecellaya cemala sûreta pur xett û xal Yan ji ber narê firaqa dilberê be'd-el wîsal Lew newêram ez bibînim dilbera şox û şepal Man ji bo min hesret û nalîn û efxan û keser Sed keser min jî di dil nalîn jiber tên bê hîsab Lew ji ber narê evînê cerg û mêlak bûn kebab Qet nema bêtin ji sîna xebxebê yek qetre ab Yan ji hewza gerdena zer bête seylabê hubab Bêne ser narê dilê min da nesojîtin ceger Min ceger dasotinê çibkim ku min nayê ji dest Lew ko serxwoş im ji cama şerbetê roja elest Hate seyra qametê îlan ji xemrê bûn di mest Çûme seyra ebleqan wan ejderan qelbê me gest Dil reva bir dilberê dîsa ji min weqtê seher Lew seher dil bir ji min bêhed vi'min rabû evîn Zahirî xeşm û xezeb bû batinî hubb û kenîn Kes nebû 'alîm bi sirra me li ser rûyê zemîn Lew ku min "qalûbela" mehbet vi'wê ra bû evîn Her ji tesnîfê cemalê sed kîtab in min jiber Min ji ber 'ilmê Cemal e lew dibêjim nukteyan Min wucûd têk 'ilmê hal e pur ji qewl û sîxeyan Sefheya lê sad û dal e merkezêd wan nuqteyan Min dikir bêhed mutale fesl û babêd xemzeyan Lew mudam her dil bi nal e mehbetê dil kir bi ker Mehbetê dil mubtela kir mame bê dil ez xerîb Agirê 'işqê bîna kir pêtiyan da dil 'ecîb 'Eql û me'rîfet reha kir lem'eya husna hebîb Dilberê cewr û cefa kir lew bi min xoş in reqîb Heq bi hubbê dil cela kir lew me dil mesrûr e her Lew me dil mesrûrê hal e daîma jê têt xurûş Nazika gerden şemal e hate metle' perdepûş Wê li ser destê peyal e gote min wer mey binûş Ew meya mexmûr e al e min vexwar ez çûm ji hûş Lew dilê tê sed melal e geh cehîm e geh seqer Ew dilê şubhet cehîm e daîma cewşen kelîn Xemzeyêt yara qedîm e sed xedeng lê dan nihîn Lew mudam ez pur girî me min qewî têşin birîn 'Eqrebêt ser helq e Mîm e deq li xalêt fulfulîn Xemrîyên 'ember şemîm e gerdena zer rehguzer Gerdenazer rehguzar e rêbuwara xemrîyan Şetrîyû û belg û guhar e hemrefîqêt rêşîyan Têk û vêkda hatne xwar e sîlsîlên lêk alîyan Sumbulan girtin kenar e sef vibestin ef'îyan Ser milan her lê buhar e kesk û şîn û sor û zer Kesk û şîn û sor zer tên rêşîyû û belg û guhar Cebhetê sumbul vi'ser tên şubhê cokanan dixwar Ew digel xalan veşir tên ef'îyan girtin kenar Ce'deyên eswed di ber tên têk ji bala têne xwar Daîma weqtê seher tên yangîyan tîr jê bi per Yangîyan tîr jê dibarin têne qelban rast û çep Cumle ser pêkan ji nar in pur bi êşan in 'eceb Wan kemankeş aşîkar in turk û gurcîn û 'ereb 'Aşiqan kovan diyar in lew dinalin bê edeb Ew elem naên veşarin ger ji 'eynan bêt eser Pur eser kir wan 'uyûnan lew de'îf û zer kirim Ma bi şimşîrê firaqê kuştim û ker ker kirim Ez di çara hîcr û hîrmana evînê wer kirim Bê dil û sem' û beser hêlam û çû ebter kirim Mam di tora dûwiyê wer bûm neşim jê biçme der Ez neşim xelqo rehab im lew qewî heyran im ez Bendê şebrengîn dihobim kuştîyê 'eynan im ez Mam di medhêt wan sifatan bulbulê xweşxwan im ez Serxweş û mest û xerab û bê ser û derman im ez Dilbera ebrû keman dil daye ber tîra qecer Min nema dil ya îlahî her tu min rezgar bikî Min ji bada 'işq û şewqê serxweş û huşyar bikî Min fîdaya xakê paya Ehmedê Muxtar bikî Hem di nêva asîtana Mustefa şadar bikî Da ku Mîna şubhê Qitmîrê bibête xakê der *Serastkirin: Qedrî Sîpranî *Ji Keşkula Mela Hîlmî Qoxî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîna şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz