Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîna

Mîna

2 görüntülenme 0 beğeni
kes nîye îro xeber kit xizm û xemxwarên di min da di hewara me bên yar û wefadarên di min min nevêt kesê bizanit xeyrî sirrdarên di min her kes îro bibînit çeşm û xubarên di min ew dizanit nukteyê wan qewl û goftarên di min mezhebê eşqê qedîm e kî dişêt te`wîl bike? her kesê lê bipêçî gerdenî şêr pil bike lew beyana wê hedîsê cahilek mucmel bike dê bikin pîrê xerabatê meger ew hel bike wa’iz û muftî nizanin beyt û eş`arên di min ............ min ditin xeraman çûne mal ............... yiman xuş xuşim hatin vebal ................................ le bi vvan hesb hal ....................................... esraran betal ...................... ye warên di min hûn werin xelqo li dû min şehrezayê cade yim salikê rahê heqîqet peyrewê dilsade yim meyxur û mest im meger meddahê esilzade yim ez ku îro serxoş im xelqo ne mestê bade yim kes nizanit wê sirrê îlla meger yarên di min ew ewê sirrê dixanit ê ku yarê kuştî bit yan bi xûna wan hebîban dest û bazû riştî bit yan xo seylaba cinûnî eql û dîn ramiştî bit yan meger yek ser bi badê dest li ‘eqlî şûştî bit werne her ‘aqil nihin waqif bi esrarên di min ........................................ ........................................ .................................... zi xud binê xecel zahida kurdî riyayî pak bikî ez can û dil da bibî havalê kurdê koç û koçbarên di min çend zeman ‘umrim bi xeflet bi yî eşqim rabihar min penadanî teleb kir çû ji dest min rûzîgar şukr û minnet paşî wê eşqê di dil da qirar baxêk’im çêkird ji esrarên di eşqê mêwedar darê tûbayê dibêm şaxêk le wan darên di min baxêk’im çêkir li erkanên di eşqê pir usûl daîmen teyr tê dixwînin her bi bang û kûle kûl her kesê cîranê min bê ta ebed nabit melûl min bi ustadî le bo wî bilbilî kirdem qebûl daîmen gul her disojin bax û gulzarên di min

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîna şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz