Herdu çavên te bûn
Yên xemgînî
Ji xewnên binefşan
Didizîn
Herdu lêvên te bûn
Yên rezên tirî
Talan kiribûn
Di şeva sar
şeva berfê de
Evînê
Koç bi koç ji dilê me
Bar dikir
Em di rê de dimeşiyan
Pêjnên me berf
Maç dikirin
Destên me yên xwîdandayî
Xatir ji hev dixwestin
Di wê şeva bêdeng de
Tiştek li ser rê
Nemabû
Ji bilî
şopa evîneke winda
Ji pirtûka wê ya yekemîn "şeva dawî" (Avesta, Istenbol, 2001)
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Jana Seyda şiirlerine dön