Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Jana Seyda

Jana Seyda

2 görüntülenme 0 beğeni
şev birîndarin bi gulleyên bêxewiya min « tu razayî Mehabad » *** derya raza teye hevirmêşên xewnan wê diyardike xewn li dû xewnê jan li dû janê xewna peravan Mehabad Tu nebûyî perav Ji avîna minre were bi minre helbestê binivîse „ bila helbest me binivîse „ *** Roj dirêjin dem dineqişîne kirasê te bi tayên ji xewliyê û xençerên serxwar dîlana werîsan bû di salên ku tu bi sêdaran dorpêç kiribûn „ dîlana xwînê bû ew „ * * * Penaha êş û derdan Min ji kolanên çavên te bîranînên xwe çinîn : Zivistan bû baranê rûyê zemînê dişûşt bêhna gulan belav dibû « bîranînên te nehatin şûştin“ zivistan bû berfê rengê firişteyan didizî û li ser sînga te diweşandin hêsrên ewran dibariyan di bedena tede dîroka gulan şîndihat were bi minre zivistanê vexwe ey stêrka ku tenê bi taleyan hatiye avdar.. Buhar bû kulîlkan lêvên te bi ramûsanan sordikirin kenekî xwedayî li ser dîlan dikir Buhar bû çarçira bi nesrînan vediket buhar bû çarçira xewna nesrînan bû * * * Dîsa dîroka rojan dicû bi eynî dirûtiyan bi eynî qesmeriyan dîsa berbang şûrên xedar tûjdike * * * Siya dayikan Mehabad siya bêxewiya min hembêzke „ sî siyê hembêz dike “ hîn di piyala rojan de şev mane were bi min re şevê vexwe bi min re berbangê serxweş bike

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Jana Seyda şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz