Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Jana Seyda

Jana Seyda

2 görüntülenme 0 beğeni
Mistek baran ji zivistana çavên xwe bide min da îşev tîbûna umrê xwe bi meya evîna te bişkînim Dayê bêhna şewatê ji lorînên te dihatin û Amûdê weke pêteke agir di payîzeke bêbext de diçirisî Dema te dergûşa min dihejand bi hezaran hîv li ber rûyê te yê sipehî xwardibûn da rûyê te tenê salên min rohnî bike Bayê buhiştê ji singa te difûriya bi germahî destare rojên min digerand Min li çavên te dinerî dema hêsir weke du stêrkan têde dibriqîn û weke pêlên derya xwe digihandin peravê ne pêlan perav ne hêsrên te herikîn tenê tîpin wenda û tî ji dilêmin niqûtîn Mistek baran ji zivistana çavên xwe bide min da havîn ji dil barbike Mistek baran ji zivistana çavên xwe bide min da pê bi pêlan re şerkim nizanim çima pêl evîna te dertînin ez jî îşev li ser vê qûma sar westa û bêkesim tenê dayê evîna te û derya bi min re bê xew in

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Jana Seyda şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz