Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

I. Bêrîvan Celalî

I. Bêrîvan Celalî

2 görüntülenme 0 beğeni
Te her tişt li pey xwe hişt. Te mêbûna xwe, ji bîr kir, veşart, kuşt. Ne berdilkek rû û gerdena te dixemilîne ne bêhneke xweş a parfumê ji te difûre Te dilê xwe guherand kir pola Te vîna şerî di nav xwe de kuta ne cilên spehî û spî, yan gulgulî li te hatin kirin ne jî bişirîna dergûşê di paşilê de te dilşad dike. Ruhê te awaza baranên zivistanî dilîze te xwe amade kir, tu ketî li ser riya mirinê, ya şewatê.... Êş, jan, xof, xem te têkildar nake çaxa dikevî, dîsa û dîsa radibî. Çiqas zor be jî, tu didomî, bicihanîna vatîniyê. Tenê carinan di şevên sirtijî de, awirê te dikeve ser stêr ku yek bi yek li ser ezmanê tarî derdikevin û hesteke nediyar, nepenî kûr di hundirê te de derdibe, çêdibe, bêrîkirinek, xwestineke xwezayî ya jiyanê, pêwîstiya ruh û canê. Û tu alava nû geşbuyî zûzûka vedimirî di nav xwe de. Ji ber ku şervan nagirîn, delalê! *Bi destûra helbestvanê ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
I. Bêrîvan Celalî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz