"Ji bo xwişkên min ên giyanî"
Hê aramî serdest e li bêdengiya daristanê
Giyan radize li binî tenê bi xwe
Kaseya te nehatiye vêxistin,
agiravêjê rivînsor ji zû ve vemirî
Ava zelal li dora kaniya pîroz dizîvire
Diherike ber bi riya ronahiya qedîm ve
Hişyarbûnek, dikare bibe lehî, beyan dibe
Xwe diqelibîne, dizîvirîne
Berê porê dirêjvekirî ku dor û ber hêtên dawpaq dihejin,
van dinixûmînin,
aramî serdest bû li bêdengiya dilî,
rozagul nû diteqiyan
Çêreya erdî li bin piyên te yên xwas diricife
Bêrîkirina wê ya firûze,
di te de dibe
dilxwestina soretarî
Neynika wê!
Tebatîtî hezkirinê diwelidîne
Ev hêza nekedikirî di xunava çirûskên zêrîn de dixuliqîne
goya binemrî ye dorlêgirtina nazikane
Bi destên xwerû hestên bedew li nav çola jiyanê direşîne
Nehênî ramanên xweş dişîne
Bi rastî bi xwe diafirîne,
Nazenîn û xwînşîrîn
lê jê nayê revîn,
evîn e
*Bi destûra helbestvanê ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
I. Bêrîvan Celalî şiirlerine dön