Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Husein Muhammed

Husein Muhammed

2 görüntülenme 0 beğeni
Lêvên şeqbûyî. Janên bêrawestan. û tînî. çavên te li mirina min dinerin. Nêzîktir dibin nêzîktir, birayên birçî. Xwîn ji lêvên min dirije. imanê lalbûyî ji tîniya xwe birînan dimêje. Birayên birçî hê nêzîktir dibin. çavên te berê xwe ji jana min nagirin. Evîn mirinê li gel xwe tîne. çavên te geş dişewitin. Daçeme hindavî min, pirça xwe bibarîne ser min. çavên te... Carekê berê min ji çavên te vexwar û mest bûm. û dema mey xelkê mest dike, serxweşiya min ya ducarî dê min ji wan cuda bike û min bike taybetî. çavên te li min dinerin. çavên te li min dinerin û min divê her tiştî bidim te û li te binerim. Ez bo te me. Ji te re me, û şeva pirça xwe li min bibarîne.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Husein Muhammed şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz