Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Husein Muhammed

Husein Muhammed

2 görüntülenme 0 beğeni
Pêjnên bêdengiyê, axînên tarîtiyê. çendî bi tenê bim. pirrtir ji min re tê peyivîn. Mirrîna dirrindeyan li hingura êvarê, axîna bayî li hilhatina rojê, nalîna xîzî li kela nîvro... Hemû bo min behsa Leylayê dikin, behsa evîn û janê dikin. Dengûdora mirovan dengên bêdengiyê difetisînin. Ne hewceyî mirovan im. Orrîna şêran ji evîna Leylayê ye, mirrîna pilingan ji bêrîkirinê ye, çeqel jihalçûyî dikenin, mar navê Leylayê li xîzî dixuşînin. Ew bo min basa evînê dikin, hemî pesna navê Leylayê didin. Tevî birayên xwe yên kovî dibim, hewara evîna xwe bilind dikim, bi zimanê birayên xwe, bi dengê birayên xwe, li gel wan. Leyla-aa-aaa! û bêdengiya çolê banga min dibîze.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Husein Muhammed şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz