Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hoşeng Broka

Hoşeng Broka

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji wexta ku yar hilperikî xwîna te; ya dîn, fereh, û bilind... û hey bilind, te berrî û çolistan li xwe kirin, mîna "Xirqeyekî" ji reşa ebedê. Ji eşqa wê; ya fereh, hicrikane, û bejî ve; ya kesk û dirêj, ji nimêja dara zeytûnê, defa derwêşan, ayetên ji agir, û heyranokên qereçiyan, tu… bi xapandina aliyan hisiyayî: Tu bûyî nêrgizeke aşiqan e, û li kolanên paytextên xweliyê; paytextên, ku li dirêjahiya xwîna te; ya xwînî, bazdayî, û bê destûr, destdirêjiya jana te, dikirin; paytextên heta hetayê, ber bi jor ve, ketî, heta hetayê, di pêjna xwîna te de, sil, û heta hetayê, di zengelorka stirana te de, gij; paytextên xewnên ji kevir; cejnên ji kevir; ayet û nimêjên ji kevir; evîna ji kevir; maç û lêvên ji kevir; henas û hembêzên ji kevir; çavên ji kevir; bendemana ji kivir; civan, silav, û rondikên ji kevir; paytextên ebedê; yên ku ji aliyên we, nêzîk; ji xwîna we, nêzîk; ji birîna we, nêzîk; ji pêjna navên we, henek, laqirdî, û maçên we, nêzîk; ji ketin û rabûnên we, derbasbûnên we; yên sext û dirêj, bazdanên we, têkçûn, û mirinên we; yên xweşik, şêrîn û mezin, nêzîk. Li wir… li axên ku ji xwedê re, seyr û xerîb, te... ji bêrîkirina wan; bêrîkirina "yên din", bêrîkirineke, ku ber bi te ve biherike; ber bi te ve bixeyide, û... ber bi te ve aliyan kesk, û haşt bike, bi xwîneke bilind, û bi şewat, wek silava êvarê, stira.. û stira… û stira…. Ji wexta ku aliyan, fereh û mezin, xwîna te, çinîn; fereh û mezin, dest avêtin liqata navê te; fereh û mezin, xwe di girrê keskê te dan; fereh û mezin, keskê navê te, keskê dînîtiya te, keskê birîn, xewn, û sirûdên te, dan ber devê sorê nemanê; fereh û mezin, melûliya te; ya neqam, qam kirin; fereh û mezin, girtin ser êşa te; ya bilind, xweşik, û gihayî; fereh û mezin, dîlok, silava sibehên ji pêjna qehwê, û maçên ji hesreta gulgeniman, di lêvên te de, kuştin; ûûû.. fereh û mezin, li çarmedora xwîna te, hatin vedan û zûriyan: Mîna çar xwedê xapandin; çar bayên haaar derreh; çar hetîketiyên dirêêêj kêr; çar mirin sînor; çar saw taristan; çar reş peymangirêdan; çar zer serok, qinare, qamçî, potîn, û zindan. Ji wê wexta, ku aliyan bazdan xwîna te; ya tûj, mîna janeke hisûtî, tazî, mîna baranê, kovî, mîna birîna "Siyamendê Silîvî", dirêj, mîna mirinê, û hişîn, mîna gavên yara te, tu... hilperikî ser memikên yara xwe; yên berz, mîna du "Darên Herherê", û te... tiliya xwe; ya navê, ku hîna dûwê şkestinên te jê diçû, şil dikir, û li bin guhên cihan; yên pîroz û nepîroz, divenand. Te qûça wan di hemî qublegehan de, kola, nifireke zer, û fereh, ji bêminetiyê. Yar.... di kinarên navê te; yê dûûûr, lezok, û bê sebir de, payîzeke qert, û bilind, ji gombûnê bû/ cejneke fereh, û dirêj, ji bîra çarşemê û tembîknameyên miriyan bo zindiyên wan bû / saleke teng û xeyidî, ji çinîna axaftinê bû, wexta ku ew di serê tilîkên we de, digeha / û giriyekî fereh û nêzîk, ji keskahiya silava mirinê bû. Li wir… li cejnên giran, ku alî, bê destûr, di xwîna te de, hatibûn vegirtin ew cejnên zirmezin, wek hatina qederê; yên ku ji pêjna navê yara te, yê keskane, û genimî, havî, tu bûyî çar hezar çarşem serdangeh; çar hezar kuştin dîrok; çar hezar xwîn nexşe; û çar hezar xwekuştin navên xwedê, û çavlirêman... li seranserî berriya dilê te; ya tozperest, "Basimbarek" ji xwîna ezelê bû. Yara te ... Stiranek nerm, û havrêşmî ji nalîna çeman bû / sozeke fereh, ji sebra çiyan bû / birîneke dirêj, ji xencera xeman bû / hisreteke dûr, ji hembêzkirina herdu aliyên "Xetê" bû / û welatekî nêzk, hîn nebariyayî, ji keskê paşila hicrikan bû. Ji mêj de; ji berî kûrênên agir, ba, ax, û avê ve, ew di lêvên yezdanekî ji gunehan de, hatibû miçiqandin, û.. te nizanîbû ! Di wê serdema yûz û gunehkar de, dema ku ne şev, ne "Dîkê Erş", û ne jî "Gayê Esîmanan", li pîngepînga "Eştarê", ku berzûrî "Temûzê" xwe dibû, hişyar nedibûn, wê demê, ew ... welatek çarşem û "Berat" bû, di paşila wî yezdanê serhişk, û têrnegiryayî de. û dilê te… mîna dehleke ji payîzê, her bi bêrîkirina wê dinefilî. Bi govendên xwazgîniyên "Tawisan", meyşerbeta "şerbikan", û hilma birînên baranê re, tu mest û serxweş dibûyî / tu dibûyî sermedîbûnek ji "Semayê", û ha ha li dora êşa wê, difitilî. Yara te… êşeke mişt endekof û baran bû / birisîneke har bû, di cergê tavsorkê de/ xatirxwestineke bê civan, şêrîn, û belawela bû, di pêxên xeweke dûr, terr, û hişîn de, û keskesor, ji hilatê heta bi hilatê, nexweşa te; ya rojane bû. Dilê te…; yê ku bi xwîna xecxecokan, Li dêv, her roj, bîst û çar kathejmêran, di semaya bendewariya hilatina êşên we de; yên xweşik fereh, bilind, û mezin, wek eşqa te, d i f e r f i t î. Ji dema ku alî, ber bi te ve, herikîn: Herikîn xwîna te; herikîn birîna te; herikîn navê te; herikîn sûnd, soz, û biryarên te; herikîn eşqa te; ya ku li aliyekî wê "Derwêş", û li aliyê din keskahiya dilê "Edûlê"/ Eşqa mişt êvarên ji hîroyê; mişt şevên ji "Hawma" û razana fereh; mişt berbangên ji zengil, û mişt gavên payîzê / Ew eşqa hişîn, wek dilê te; ku her goristan, di stuhê minare, dêr, û bajaran de, mîna xwîneke dadayî, vêdiket / Ew eşqa, ku li rojên tewaf û erefatan, di serê ziyaretgeh û hicrikan de, bi xewnên te û hechecîkan, kesk dibûn. Ji wê wextê / eşqê ve, tu bûyî kêlika istan û aliyan: Demên te, bûn demine aliyan e; cîgehên te, bûn cîgehine aliyan e; xwedawendên te; yên xwejibîrkirî, wek bextê dinyayê, bûn xwedawendine aliyan e; û heta bi aliyên te, ji hilperikandina roja tevizî bi milên şefeqan ve, heta dexdixandina birînên êvariyan, bûn alîne aliyan e. Weha… tu şemitî nimêja mirinê, û "Tesabîh û Terawîhên" serserîtiya aliyan, û her ku tu ber bi sucdekirina ji "Qiblegehekê" re, dizûriyayî, tu dibûyî aliyekî gizîkirî, di kemîna herçar aliyên x e z e b ê de. Weha tu bariyayî, welatek, ji eşqa hişîn, û ji serûçikên xunavê; xunava ku bi xwîna te, vêketî, te qûça aliyan hilda hilda hildaaaa.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hoşeng Broka şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz