Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hoşeng Broka

Hoşeng Broka

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji keştiya Nûh re, piştî çar hezar welat ji pilindariya agir û baranê. Yara te bû, destpêka heskirina goristanan, û bendewariya kêlên kevirî/ destpêkirina şikestina kenê te, û bêciriya bazirganên kûrekûrê. Ewe bû kesera hingûrê, ji dûûûûûr, gav bi gav, di kêlîkên te de, dihilat. şebnem ; şebnema ku li ser pîtanokên hinarkên wê Diqerisî, Mizgîna demsaleke mişt girtiyan bû, û te nizanîbû. şev, qedera eşqa te, ya rojane bû. Ji mêj ve, Berî ku dem û dewran li te kul bibin, tu di zendikên xwe re, yên ku bi terqînan mist didan, rakişandibû. şev, di deftera yadîgariyên te de, rûpelê bîra jibîrkirî bû ; rûpelê xwekuştina bêdeng bû ; rûpelê sirûda « Hedên » têrnegiryayî bû. di bîstikên bêrîkirinê de, kelooooogirî, ji serê tilîkên te diwerivî. şev, ku li ser şopa te diqetiya, dildareke nesax bû, li dûv verêja "Mecnûnan" welat bi welat, kesera te dabeş dikir. Lêvên wê, di çavlirêmana te de, du şîp ji rondikan bûn, li pêxên her bînvedanekê, kesera te dibarandin/ bi bîna te bi ser ve diçûn/ bi banîkirina te kul dibûn. û tu.. her dimayî termek ji bêdengiyê, di nava çar dîwaran de. Di dilê wê de, li seranserî gêtiyê, xiştexişta pêkên te bû/ di her rojhilatekî de, hilatina eşqa te bû/ û di her esîmanekî de, vegirtina şefeqên dengê te bû. Di navbera te û şevê de, yarek ji oxirê bû. Ji îstgehên tozê, wê bendemayîna tirênên êşa te dikir, û bi baweşkîna bayê xerbî re; yê ku rûçikên wê, pê gihabûn wextê quraf û çinînê, mîna şahengeke mest û aşiqane, li ser gezoka lêvên te daditanî. Yara te bû; gerdenîka ji zerdelperî û kurtepistê, li ser pêşenîka êvarê. Di rojavahiyan de, li ber dergehên te ; yên qalind, ew şîn dibû payîzek ji girî: digiriya digiriya digiriya…..û te nizanîbû! Ewe bû îskeîska destpêkê/ di destpêka bêqubaliya xewnên te de. Ewe bû herikîna şevê, di kendûkozên tenhatiya te de. Li çar aliyên te, şînahiya kesera wê bû. bi du lêvên ji êşê, te nûberên kelogiriya wê; yên ku di sermemikên demsalan de, tevizî bûn, def bi def diquraftin. Li rojên şahî û erefatan, tu hildipirikî ser milên sipêdekan, û ji paş dîwarên mij û gewriyê, tu bi ser bejna wê goristana, ku destên xwe di xewnên te de, şuştibû de, bi zelûlî ditewiyayî. Bi gavine sist û dengekî deriztî, te keriyek ji gomanan dida ber xwe, û tu berzûrî wê dibûyî. Li ser astankên rojavahiyê, win li hev mikur dihatin. Hêdî hêdî, bi wan tiliyên xwe; yên zerî zeytûnî, te dergehên bêdengiyê ji ber dikirin: Lê te dê ji nalîna kîjan kêlê, dest bi honana kesera yara xwe û vegirtina elendê, bikira XERîBO?! Yara te, baxek ji xew hişîn bû, di ber serê wê goriszana nankor de. Li ser kevîkên wê rêka sêwî; ya ku hê bi xuhdana te difûriya, û hah xwe radikişande sermedîbûna te dikir, û....te nizanîbû. Ji wir, tu hînî sirûda destpêkan bûyî. Te destên xwe; yên ku bi sermeda bêrîkirinê dinuqutîn, li newqa rojava badida. û dilê te, yê ku bi heskirinê nexweş, di xemgîniya gavên wê de diseridî. Dem, li te rojava bû. Cî, li te rojava bû. û tu bi xwe, aliyek ji aliyên rojava bûyî. Rojava, nalîna bejna yara te bi xwe bû, li seranserî êvariyên mewîj, helîl, benî û bastîqê, te bangî gupîtkên azariyên wê dikir. Ji yarê ve, te çolistan li xwe kirin, xirqeyek ji ebedê. Ji wê ve, tu bi xapandina aliyan hisyayî/ Tu dibûyî nêrgizeke aşiqan e, û di qeşa lêvên wê de, te ji bêrîkirina wan ; bêrîkirna « yên din « , bêrîkirineke, ku ber bi te ve biherike, dipingehand. Tu dihilperikî ser memikên yara xwe, yên berz, mîna du "Darên Herherê", û te tiliya xwe; ya navê, şil dikir, û li bin guhên cihan ; yên pîroz û nepîroz, divenand. Te qûça wan di hemî qublegehan de, kola, aleke zer ji bêminetiyê. Yara te... demeke ji sergûnê bû/ Birînyara "Basimbarê" bû, li paş şêmikên çarşembên kûrekûrê û sipêdekên "Hêkesorê". Ma te bîra dergeh, zayîna sînoran, stêrk û çîçekên qedax, ku rojekê te ber bi henasa yara te ve; ya mişt bi rojavahiyê, dehf bidin, nedibir XERîBO?! Yara te.... çemekî ji nalînê bû/ Welatekî nebariayî bû. Ji mêje ve ; ji berî kûrênên agir, ba, ax, û avê ve, ew di lêvên yezdanekî ji gunehan de, hatibû miçiqandin, û te nizanîbû. Di wê serdema yûz û gunehkar de, dema ku ne şev, ne “Dîkê erş », û ne jî « Gayê esîmanan », li pîngepînga ”Eştarê », ku berzûrî » Temûzê » xwe dibû, hişyar nedibûn, wê demê, ew… welatek « Berat » bû, di paşila wî yezdanê serhişk û têrnegiryayî de. û dilê te, dehlek ji payîzê bû, her bi bêrîkirina wê dinefilî. Bi govendên xwazgîniyên "Tawistan", meyşerbeta ”şerbikan”, û hilma birînên baranê re, tu mest û serxweş dibûyî/ Tu dibûyî sermedîbûnek ji semayê, û li dora êşa wê difitilî.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hoşeng Broka şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz