Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hoşeng Broka

Hoşeng Broka

2 görüntülenme 0 beğeni
I Mala Xawdê, ji zûtirîn panava ku her nimêj, her jandil û her lavij diherike pêkên min û te, dest pê dike. II Berê xwîna min, di her çar aliyên Xwedê de, her li aliyê pêcemîn e, ku qiblegeha navê te ye. III Laşê vê bejahiya ku "ALLAH" hîn li ser xerîîîîîîîîb e xerîb, ku "ALLAH" li wir, hîn avê haşt dike, û tiştan, baranê, pirtûk û aliyan hînî navê xwe; yê zirmezin dike, tenê ji bo vegirtina kêf û henekên navê min û te bû. IV Li paş şêmikên êvarê, ku dawîtirîn maça xwe; a ji koçkirina berberojan, di nav lêvên pencereya, ku berê nimêja wê her li "Berat"a navê te ye, ji bîr dike, civanê tiştên min û te ye. V Ku şev şopa te û min wenda dike, tu dibî deryayeke har û pêl bi pêl, xwe li çarmedora şêlûbêliya laşê min; yê mîna qeyikekê, ku alî lê geriya bin, didî hev, û kara koçberiya ber bi bejahiya nimêja yekemîn ramûsana xwe û min dikî. VI Pencereyên te; yên talankirî wê çawa xatirxwestina min nestirînin û ev mirina fereh, a ku di her pênc aliyên Xwedê de, hişînbûyî her ez û ez im. VII çavên min, di nimêja dereng a cotkê memikên te de, du silavgehên ji bîra Xewdê, Adem ê ketinê û nûbera genimê şehwetê ne. VIII Li ser asîtankên rojbûna te, ku dîrok ji wir li destpêkên xwe mikur hatiye, dibim hezar pencere û pencereyek, ji sibehên rîhanê, ji tivîlkên axaftinê, ji xecxecokên bêrîkirinê, û ji nameyên ku n a g i h i n, û bêriya razana ser destên te û niştecîbûyîna ebedî, a navbera herdu memikên te, dikin. IX Min di navê xwe; yê mezin mîna nimêja Xwedê û pêxemberan de, hilîn e, da ku salê pênc demsalan tu "ez" bim, û ez "tu" bim. Da ku rojê bîst û çar kathejmêran, ez bê westan kara darika tidarka navê xwe û te bikim. X Ez dê çawa di aliyê navê te; yê bê serî û bê binî de, nebim nimaêja ebedê; lavija abedê û oxira ji keskê hesreta ku nagihê, ya rêwingê ebedê, û tu... li seranserî her pênc demên salê, hechecîka xwîna min î!!!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hoşeng Broka şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz