Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ferîd Xan

Ferîd Xan

2 görüntülenme 0 beğeni
Xwe aş bike rûkena min Xwe aş bike ez têm Dilê xwe li dû xwe kaş bike ez têm Bavê xwe qanih bike ez têm Xwîna ku ji brîna we rijyaye resim bike ez têm Kenên xwe li hespê êşa xwe siwar bike ez têm Barê karwan tije zeytûn û klam bike ez têm Destên xwe ji vê cîhana bêrû sar bike ez têm Wan hevalên xwe yên dilsoz ji brîna wan maç bike ez têm Efrîn û Kerkûkên xwe ji bêbextiya cîhanê re vala bike ez têm Hemû kuştî û birîndarên me li Helepçe û Barzan kom bike ez têm Bi xwîna Heftê û Sê komkujiyên Êzîdiyan deftera qederê binivîse ez têm Di şerê Rûreşkan û Rûkenan de sîperkan zarokan û çivîkan biparêze ez têm Kurdên ku Xwedê jî li welatê wan hatiye kuştin qestîka şa bike ez têm Qesteke ku êdî ez pê hârbim û bi vê cîhanê kevim rast bike ez têm Mesteke ku êdî ez pê bengîn bim û bi van Xwedayan kevim nîşan bike ez têm Hespeke ku di yek nefesî de min ji Amedê biavêje Ruhayê zîn bike ez têm Ji Ruhayê tâ gundê xwe Rohanda Dijminên xwe dîn bike ez têm Ji Helepçe tâ brîna bavê xwe Rohanda Kurdan aş bike ez têm Û wek qurbaniyek ji çavên xwe re Rohanda Li ber derê mala bavê xwe Ji serjêkirina vî Ferîdî re destûr bide Ez bêm. Adar 2018/Amsterdam Çavkanî: blog.kovarazarema.com

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ferîd Xan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz