Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ferîd Xan

Ferîd Xan

2 görüntülenme 0 beğeni
Payîz e, li me û li darê. Payîz e Em hêrs bûne û ketine Em zuha bûne û weşiyane ji darê. Niha ba û lingên çend kêvroşkên bicinabet, Me di mava darên tazî de merezarî dikin. Niha baranên ku ji hilma tengezariya şahê ezmên dibarin Me, bêçarên ku ji şaxên dara xwe qetiyane û dûr ketine, birîndar dikin. Em bi zora bayên ku li me arezû hatine Li çal û çixûran kom bûne û mane li bendeya rizandinê. Em pel in. Qasek bi şûn de Dê berf li ser zerbûna me bibare û me bişewitîne! Qasek bi şûn de Dê rengê beriya mirinê, rengê zer jî têrka me bide û me bişîne nemanê! Payîz e, li me û li darê. Payîz e Em hêrs bûne û ketine Em zuha bûne û weşiyane ji darê l. Niha ba û bagerrên har, em ji darên me weşandine Ber bi çal û çixûran ve radikişînin. Em evînên ku ji nişka ve bişkivî, Xemgînên ku ji nişka ve giryayî ne. Em pel in Ji biharekê tên, nagihîjin tu biharan. 17.10.2002 Wuppertal *Ji ber pirtûka wî hatîye deşîfrekirin

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ferîd Xan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz