Lê ez rojek werim mala bavê te
Ji dayîk pirs kim şîrîn navê te
Gundî tev kom kin civînek çakim
Bavikê bistînim sozê bejina te
Werga qelen bidim defê lêxînim
Siwaran siwar kim hine bişînim
Bixemlînim te kesk, sor û gewr
Dilê te û feqîr bi hev digînim
Ez rabim ser xwe werime cem te
Xwe bigerînim tev li bejina te
Di mabêne me da tev mij û dûman
Ramûsîn lêva sor xelqe çava te
Li navê bigerim ko tu nekî şor
Em ê evîndar bin alê hildin jor
Bi serbest bijî gele min û te
Azad û rizgar bî kurdistana me
16. 11. 1972
ji Dîwana Reş, r. 13
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Feqîr Ahmed şiirlerine dön