Ez û dijmin li vir hin-ber
Amade bûm xwe ber da ser
Min û dijmin singû hildan
Dijmin rivîya min dida ser
Welat sitand ji dijminan
Ez bûm xwudan xortê ciwan
Li ber ronîya ala-rengîn
Bi hêz û bi qirar meşîyam
Pir xebat kir bi roj û şev
Her çar parçe kirin nav hev
Bi xwîna xortên Kurdistan
Min xwe kirîyê serî û dev
Hidî ez bûm xwudan komar
Tang, top, fîza û bi leşker
Ewê çav berdin warê min
Lê wan ji dinê bikim der
Sondxwarê bi ala-rengîn
Lê feqîr bûm niha zengîn
Ez û gelê dinê bi hev ra
Li Kurdistan şadî û bangîn
09.04.1988
ji Dîwana Reş, r. 23
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Feqîr Ahmed şiirlerine dön