Ez xebat kim roj û şev
Tim gel bikim tevehev
Tev li hinber dijminan
Ko ez bibim serî û dev
Ez û dijmin bikin ceng
Erdê li wan bikim teng
Koka li dijmin bikolim
Ko li cîhan bidim deng
Sondê dixwim bi avstan
Tev bêm feqîr şoreşwan
Sîngê xwe bidim gullan
Ko rizgar kim Kurdistan
09.02.1988
ji Dîwana Reş, r. 17
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Feqîr Ahmed şiirlerine dön